ZIMANÊ TIRKÎ BOYKOT BIKE

Tu ji êrişa tirkî birastî jî aciz î?

Tu kurdê/a Ewropayê:
– Bi zarokên xwe re û di nav xwe de bi kurdî bipeyive!

– Zarokên xwe bişîne kursên zimanê kurdî!

– Zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bike!

– Her şev li malê 10 deqîqa pirtûkeka kurdî bixwîne!

– Her şev 10-15 deqîqa çîrokeka kurdî ji keça xwe re, ji kurê xwe re bêje!

– Malê tirkî nekire!

Tu bixwe rêyên boykotkirina tirkî bibîne!

Tu kurdê/a bakurê Kurdistanê yî û li bakurê Kurdistanê yan li Tirkîyê dijî?
-Tu nikarî li derve bi kurdî bipeyivî? Tu tim nikarî bi kurdî bipeyivî?

Li malê bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyive:

– Her şev li malê 10 deqîqa keça xwe, kurê xwe fêrî hejmarên kurdî bike: 1 (yek) 2 (du-didu) 3 (sê-sisê) 4 (çar) 5 (pênc) 6 (şeş) 7 (heft) 8 (heşt) 9 (neh) 10 (deh)

– Her şev li malê 10 deqîqa navên rojan bi kurdî fêr bike: YEKŞEM-DUŞEM –SÊŞEM-ÇARŞEM-PÊNCŞEM-ÎN-ŞEMÎ

– Her şev li malê 10 deqîqa pirtûkeka kurdî bixwîne!

– Her şev 10-15 deqîqa çîrokeka kurdî ji keça xwe re, ji kurê xwe re bêje!

– Ji keça xwe re, ji kurê xwe re bêje: Dilê min. Bîbika çavê min. Cegera min ûwd. (ji bîr neke, keça te, kurê te heta mirinê van gotinên te ji bîr nake)

– Her şev temaşeyî zincîrefîlm (dizi) ên tirkî neke!

Tu bixwe rêyên boykotkirina tirkî bibîne!

Tu kurdê/a başûrê Kurdistanê yî?
– Dev ji Ibrahim Tatlises û stranên tirkî berde!
– Eger alternatîv hebe malê tirkî nekire!

Tu bixwe rêyên boykotkirina tirkî bibîne!

Av Rezîm Kerîm